Medya Amerîkî hurgiliyên êrîşa balafirên B-2 eşkere kir: 37 saetan firiyan

Medya Amerîkî hurgiliyên êrîşa balafirên B-2 eşkere kir: 37 saetan firiyan

PeyamaKurd- Piştî êrîşa balafirên B-2 ya li ser tesîsên nukleerî yên Îranê medya Amerîkayê ragihand ku, di êrîşê de balafirên B-2 yên nexuya û bombeyên “bunker-buster” ên bi giraniya 30,000 pound (nêzî 13,500 kg) hatine bikaranîn. Medya Amerîkî ragihandiye ku balafirên B-2 yên bombardimanê ji eyaleta Missouri Eyaleti rabûne û bêrawestan 37 saetan firiyane heta ku li armancên xwe xistine.

Hate diyarkirin, bi taybet ew bombe li ser tesîsa Fordoyê ya ku di binê çiyayekî de ye hatine barandin. Herwiha, tê gotin ku 30 fuzeyên Tomahawk ji keştiyên deryayî yên DYAyê yên 400 mîl dûrî Îranê bi  ser tesîsên Natanz û Esfahanê de hatine avêtin.

Îranê êrîş piştrast kir

Rayedarên Îranî piştrast kirin ku êrîş li ser tesîsên nukleerî hatiye kirin û diyar kirin ku zirareke mezin negihiştiye wan ji ber ku “materyalên girîng ji tesîsan hatine derxistin.”

Lê belê, hîn nirxandinên serbixwe yên li ser asta ziyanê berdewam dikin. Li aliyê din Serokê Amerîkayê Donald Trump hişyarî da ku eger Îran bersivekê bide, wê êrîşên bê gelekî mezintir bin.

Ev nivîs 140 car hatiye xwendin.