Brîtanyayê cezayên ser du wezaretên Sûriyê rakir

PeyamaKurd - Hikûmeta Brîtanyayê sizayên ku li ser herdu Wezaretên Berevanî û Navxwe yên Sûriyê hatibûn sepandin rakirin.
Herwiha Brîtanyayê cezayên li ser hejmarek saziyên îstixbarata Sûriyê jî hatin rakirin, bêyê ku hûrgiliyên zêdetir di vê derbarê de eşkere bike.
Di destpêka Adara borî de Brîtanyayê 24 qewareyên Sûrî ji lîsteya sizayan derxistibûn ku di nav de Banka Navendî û kompanîyênh petrolê jî hebûn.
Berîtaniya ragihandiye ku wan bi armanca alîkariya miletê Sûrî ew ceza rakirine.
Ev nivîs 63 car hatiye xwendin.




