Zelenskiy: Rûsya fuzeyên malê Kore ya Bakûr bikaranîn

Zelenskiy: Rûsya fuzeyên malê Kore ya Bakûr bikaranîn

PeyamaKurd – Serokê Ûkraynayê Vladimir Zelenskiy ragihand ku artêşa Rûsyayê di êrîşên ser Kievê de ku 12 kes hatin kuştin, fuzeyên Kore ya Bakûr bikaraniye. Di êrîşa Rûsya de jimara birîndaran jî ji 100î derbas bû. Zelenkiy got:

“Rûsya di êrîşê de fuzeyên balistik yên ku hilberîna wan li Kore ya Bakûr hatiye kirin bikaranî. Dezgeyên me yên taybet mijarê piştrast dikin. Eger bi temamî îsbat bibe, ev tê vateya ku hevkariya Rûsya û Kore sûc teşkîl dike. Bi hev re mirovan dikujin û jiyana mirovan ji ortê radikin.”

Ev nivîs 37 car hatiye xwendin.