Li Agiriyê zarokekî 5 salî ket ava newalê û ji ber wê can da

Li Agiriyê zarokekî 5 salî ket ava newalê û ji ber wê can da

PeyamaKurd – Li bajarê Agiriyê li gundê navendê yê bi navê Dormeliya Jêr (Aşağı Dörmeli) zarokê bi navê Mustafa B. (5) ket ava newalê û ji ber avê can da.

Dema zarok ket avê û ji ber çav wenda bû, xeberê dan tîmên AFADê, cendirmeyan û 112an yên tenduristiyê. Bi alîkariya gundiyan jî tîm xebitîn û gihan bedena zarokê.

Mustafa B. bi ambûlansê birin nexweşxana perwerdê û lêkolînê ya bajarê Agiriyê. Lê zarokê 5 salî li nexweşxanê can da.

Ev nivîs 31 car hatiye xwendin.