Rûsya êrîşê Kievê kir: 12 kuştî û 80 birîndar

Rûsya êrîşê Kievê kir: 12 kuştî û 80 birîndar

PeyamaKurd – Artêşa Rûsyayê bi fuze û İHAyan êrîşê payîtexta Ûkraynayê Kievê kir û di encamê de 12 kes mirin û ji 80yê zêdetir kes birîndar bûn. Serokê Ûkraynayê Zelenskiy ragihand ku bi sedema bûyerê wê gera xwe ya Afrîka Başûr nîvco bihêle û dagere welatê xwe.

Rêvebirê îdara leşkerî yê bajarê Kievê Timur Tkaçenko di ser hesabê xwe yê Telegramê ragihand ku artêşa Rûsyayê bi fuze û İHAyan êrîşê Kievê kiriye û xebata rizgarkirina kesan ya ji bin enqazan dewam dike.

Tkaçenko ragihand ku di enqaza avahiya li navça Sviyatoşinê lêgerîn û rizgarkirina kesan dewam dike û li gor tesbîtên biha 12 kesan ji bin enqazan derxistine.

Zelenskiy, di ser hesabê xwe yê Telegramê de ji Afrîka Başûr ragihand ku artêşa Rûsyayê êrîşê herêmên cuda yên Ûkraynayê kiriye, di êrîşan de 70 fuzeyên cuda û bi 150 İHAyan êrîşan kiriye.

Ev nivîs 47 car hatiye xwendin.