Fermandarê CENTCOMê General Kurilla çû Îsraîlê

PeyamaKurd – Fermandarê hêzên navendê yê DYAyê (CENTCOM) General Michael Erik Kurilla çû Îsraîlê. Hat gotin ku çûna Kurilla ya Îsraîlê bi sedema îhtîmala amadekariya bo êrîşa ser Îranêye û li ser mijarê dê biaxifin.
The Times of Israel xebera xwe bi ser gotinên rayedarekî Îsraîlê û got wê Kurilla li Tel Avivê bi wezîrê bergiriyê Yisrael Katz û serokerkanê Îsraîlê Eyal Zamir re hevdîtin bike.
Li gor ragihandina çapemeniya Îsraîlê; wê Kurilla 36 seet bi rayedarên Îsraîlê re li ser îhtîmala êrîşa ser Îranê û îhtîmala bersivdana Îranê ku dibe çawa bibe, li ser tedbîran dê biaxifin.
Bendene ku hevdîtinên Îranê û Washingtonê ya cara sêyem di 26ê Nîsanê de bibe.
Li gor xebera İsrael Hayomê; dibe ku hevdîtin li ser îhtîmala têkçûna hevdîtinên her dû aliyan be ku têk here, wê DYA êrîşêkî çawa bike û li hember êrîşên Îranê dê bergiriyekî çawa bikin, be.
Ev nivîs 35 car hatiye xwendin.




