Çîn heyetekî şand da agirbesa li Myanmarê bişopîne

PeyamaKurd – Çînê ragihand ku heyetekî çavdêriya agirbesê ya bo li Myanmarê şandine ser sûnor. Wê heyet çavdêriya agirbesa navbera cûnta leşkerî ya Myanmarê û Artêşa Hevkariya Demokratîk ya Netewî (MNDAA) bike.
Wezareta karên derve ya Çînê di daxwuyaniya xwe de got ku wê pêvajoya agirbesê bişopînin bê dewam dike an nake.
Wezîrê Çênê Ciakun, li Pekinê di civîna normal ya çapemeniyê de got ku agirbes li bajarê Kunmingê di hevdîtinên her dû terefan de çêbû û bo kontrola agirbesê heyetê şandine bajarê Çînê yê ser sînor; bajarê Lashio.
Daxwuyaniya berdevkê heyetê ya Guo, piştî xeberê sitend ku hêzên MNDAAyê sala borî bajêrê xistibûn destê xwe û vê sibê ji bajêr vekişiyane, da.
Ev nivîs 53 car hatiye xwendin.




