Çîn satelîta ragihandinê avêt!

Çîn satelîta ragihandinê avêt!

PeyamaKurd – Ajansa Şînhuayê diyar kir ku peyka ji Navenda Fezayê ya Xichang a li eyaleta Sîçuanê bi roketa "Long March-3B" hat avêtin.

Hat ragihandin ku peyk piştî avêtinê li pozîsyona xwe ya orbitê ya plankirî bi cih bû.

Ev avêtin 582. mîsyona veguhestinê ya serkeftî bû ku bi roketên "Meşa Dirêj" pêk hat.

Satelaytên ChinaSat, ku bi Çînî jê re "Congshing" tê gotin, karûbarên ragihandina sînyala deng, dane, radyo û televîzyonê ya bi kalîte peyda dikin.

Ev nivîs 85 car hatiye xwendin.