Civîna Ukrayna ya Londonê ji nişka ve hate paşxistin

PeyamaKurd - Civîna ku wê bi beşdariya Wezîrên Karên Derve yên DYA, Ukrayna, Fransa, Almanya û Brîtanyayê li paytexta Brîtanya Londonê bihata lidarxistin, îro 23yê Nîsanê bi biryareke lezgîn hate paşxistin.
Asta civînê jî hate kêmkirin. Piştî ku Wezîrê Derve yê DYA Marco Rubio biryar da ku beşdarî civînê nebe, wezîrên Fransa û Almanyayê jî plana serdana xwe guhertin.
Dîplomatên Îngilîz gotin ku ew nizanin çima Rubio û Şêwirmendê Taybet ê Trump Steve Witkoff ji civînê vekişiyan. Wezareta Derve ya Amerîkayê ji bo paşxistinê hincetên "lojistîkî" wek sedem nîşan da.
Şanda Ukraynayê ya pilebilind li Londonê ma û plana xwe neguherand. Şand dê bi rayedarên Brîtanî re hevdîtinan pêk bîne.
Ev nivîs 69 car hatiye xwendin.




