Daxuyaniya dîrokî ji serokkomarê Kolombiyayê: Em piştgiriya dewleta Kurdî dikin

PeyamaKurd – Serokkomarê Kolombiyayê, Gustavo Petro, di daxuyaniyekê de ku bala raya giştî ya cîhanê kişand ser xwe, piştgiriya xwe ya eşkere ji bo damezrandina dewleteke serbixwe ya Kurdistanê anî ziman. Petro, ev helwêsta xwe roja Înê piştî civîna li gel welatiyên Kolombiyayî yên li Brukselê, di hevpeyvîneke taybet de ji bo Kurdistan24ê ragihand.
Serokkomar Petro ku weke serokekî çepgir û xwedî paşerojeke şoreşgerî tê naskirin, tekezî li ser mafê çarenûsê yê gelan kir û got: "Ez her dem ji bo azadiya gelan, bi taybetî jî ji bo Filistînê, têkoşiyame. Bawer dikim ku divê pirsgirêka Kurd li Rojhilata Navîn bi rêyên demokratîk were çareserkirin."
Petro di axaftina xwe de bi taybetî bal kişand ser rola dîrokî ya Kurdan di têkbirina rêxistina terorîst a DAIŞê de û weha axivî: "Têkoşîna Kurdan li dijî alên reş (DAIŞ), bi taybetî li Kobaniyê, gelek giring bû." Wî destnîşan kir ku tevî vê têkoşîna mezin û berdêlên giran ku Kurdan ji bo parastina mirovahiyê dan, mixabin ew negihîştin mafê xwe yê meşrû yê avakirina welatê xwe.
Serokkomarê Kolombiyayê di dawiya daxuyaniya xwe de careke din tekezî li ser hewcedariya çareseriyê kir û got: "Ez di wê baweriyê de me ku divê Kurd û Filistînî li ser maseya gotûbêjan rûnin û bibin xwedî dewleteke serbixwe."
Ev daxuyanî wekî piştgiriyeke girîng ji bo doza Kurd di qada navneteweyî de tê dîtin û tê pêşbînîkirin ku di demên pêş de bibe sedema nîqaşên berfirehtir.
Ev nivîs 113 car hatiye xwendin.