Şêwirmendê Xamineyî agirbesta Xezeyê bi destpêka şerekî nû ve girêdide

Şêwirmendê Xamineyî agirbesta Xezeyê bi destpêka şerekî nû ve girêdide

PeyamaKurd – Piştî ku Hemas û Îsraîlê li ser agirbestekê li Xezeyê li hev kirin, şêwirmendê Rêberê Bilind ê Îranê Elî Ekber Welayetî hişyariyek da û got ku ev pêngav dibe ku bibe sedema bidawîhatina agirbestê li eniyên din û destpêka şerekî di navbera Îran û Îsraîlê de.

Elî Ekber Welayetî, ku yek ji şêwirmendên payebilind ên Elî Xameneyî ye, derbarê agirbesta li Xezeyê de daxuyaniyek tund da û got, "Destpêkirina agirbestê li Xezeyê dibe ku bibe sedema bidawîhatina agirbestê li deverên din." Welayetî ev gotina xwe weke îşaretekê ji bo îhtîmala destpêkirina şerekî rasterast di navbera Îsraîl û Îranê de pênase kir.

Welayetî ev peyama xwe li ser hesabê xwe yê platforma "X"ê bi bikaranîna heştegên "#Iraq, #Yemen û #Lubnan"ê belav kir, ku ev yek weke gefeke berfireh li ser asta herêmê hate şîrovekirin.

Ev daxuyanî piştî wê yekê hat ku Tevgera Hemasê ragihandibû ku di encama danûstandinên li Misrê de, ew bi Îsraîlê re gihîştine rêkeftineke agirbestê.

Ji aliyê xwe ve, ofîsa Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahu jî piştrast kir ku agirbesta li Xezeyê dê piştî erêkirina kabîneya hikûmetê bikeve meriyetê. Netanyahu got, "Me operasyona li dijî Xezeyê rawestand."

Ev nivîs 141 car hatiye xwendin.