Amedspor, tev li Rêxistina Klûbên Futbolê yên Ewropayê bû

PeyamaKurd – Nûnera Diyarbekirê ya di Lîga 1emîn a Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) de, Amedsporê awayekî fermî ragihand ku ew beşdarî Rêxistina Klûbên Futbolê yên Ewropayê (EFC) bûye. Bi vê pêngava giring, Amedspor li gel tîmên wekî PSG, Atletico Madrid, Porto, Marsilya û ji Tirkiyeyê jî Galatasarayê, di platformeke giring a futbolê ya parzemînê de cihê xwe digire.
Klûbê, li ser hesabên xwe yên medyaya civakî ev geşedana dîrokî bi peyamekê par ve kir: "Em serbilind in ku bi yekbûna di bin sîwana EFC Football (Klûbên Futbolê yên Ewropî) de, em beşek ji serdemeke nû ya fûtbola Ewropî ne. Bi vê yekîtiya bihêz, em ne tenê pêşeroja lîstikê, lê di heman demê de pêşeroja futbolê jî ji nû ve pênase dikin."
Rêxistina Klûbên Futbolê yên Ewropayê (EFC), ku piştî ji nû ve avakirina Yekîtiya Klûbên Ewropayê (ECA) derkete holê, wek platformeke nû tê dîtin. Armanca sereke ya EFCyê ew e ku di pêvajoyên biryargirtinê yên futbolê de hêz û mafê gotinê bide klûban. Rêxistin zêdetirî 800 klûbên futbolê yên mêr û jinan ji 55 welatan di bin sîwana xwe de kom dike û ji bo parastina berjewendiyên hevpar ên endamên xwe dixebite.
Ji bilî Amedsporê, klûbên wekî Galatasaray, Rams Başakşehir û Samsunspor jî endamên EFCyê ne. Ev endamtî dê ji bo Amedsporê derfetên nû di warê hevkariyên navneteweyî, temsîliyet û beşdarbûna di rêveberiya futbolê ya Ewropayê de veke.
Ev nivîs 106 car hatiye xwendin.




