Îsraîl hewla tunekirina tunelên Hemasê dide

PeyamaKurd- Wezîrê bervaniya Îsraîlê Israel Katz ragihand ku piştî berdana dîlên li Xezeyê ewê tunelên Hemasê hemûyan îmha bikin.
Katz îro Yekşemê got, operasyonên Îsraîlê di çarçoveya mekanîzmayeke navneteweyî de wê bêne kirin ku di bin çavdêriya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) de ye.
Katz diyar kir, "Li pey pêvajoya radestkirina rehîneyan, wezîfeya herî mezin a Îsraîlê wê tunekirina tunelên terorê yên li Xezeyê be" û ragihand ku artêş ji bo amadekariya vê wezîfeyê ferman wergirtiye.
Hêjayî gotinê ye, li binê Şerîda Xezeyê toreke berfireh a tunelan heye ku bi taybetî baskê leşkerî yê Hemasê bi kar tîne.
Ev nivîs 80 car hatiye xwendin.