Hêzên Şamê li taxên Eşrefiye û Şêx Meqsûdê 3 bendên nû çêkir

PeyamaKurd- Li gorî çavkaniyên xwecihî yên ji taxên Kurd ên Helebê, li derdora bendên hevbeş ên di navbera hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de, bendên nû hatin çêkirin û astengî ji çûnûhatina welatiyan re têne derxistin.
Li gorî agahiyan, hêzên Şamê 3 bendên nû li derdora her du taxan, li ser rêya Ewarid, Parka Eşrefiyê û bendeke din jî li ser rêya Cizîrê ya girtî çêkir.
Hate ragihandin ku li wan bendan sivîl têne sekinadin, telefonên wan kontrol dikin û dema sembolên Kurdî tê de dîtin wan ber bi cihekî nediyar ve dibin.
Xelkê wan taxên Kurd radigihîne ku hêzên hikumetê li ser bendan zextê li sivîlan dikin, belgeyên wan ên takekesî distînin, tiştên wan û telefonên wan kontrol dikin. Bi wê yekê astengiyê ji wan re derdixin.
Tê gotin ku li ser wan bendan bi dehan keç û xort hatine girtin, bi taybet xwendekarên zanîngehan. Beriya 2 rojan jî ciwanê bi navê Mihemed Fadil Mihemed (18) yê xelkê Şera ya Efrînê hatibû revandin.
Ev nivîs 116 car hatiye xwendin.




