Koşka Spî bertek nîşan da: Çima Xelata Nobela Aştiyê nedan Trump?

PeyamaKurd- Berpirsê Ragihandinê yê Koşka Spî Steven Cheung, îdia kir ku Komîteya Xelata Nobelê ku li şûna Serokê Amerîkayê Donald Trump xelata aştiyê da serokeke opozîsyonê ya Venezuelayê, "siyasetê xistiye pêşiya aştiyê’.
Koşka Spî rexne li ser dayîna Xelata Aştiyê ya Nobelê kir ku nedane Serokê Amerîkayê Donald Trump.
Komîteyê îro 10ê Cotmehê seroka opozîsyona Venezuelayê Maria Corina Machado hêjayî Xelata Nobela Aştiyê ya 2025an dît.
Steven Cheung, li ser hesabê medyaya civakî got: "Serok Trump wê peymanên aştiyê çêke, şeran biqedîne û jiyanan xilas bike. Dilê wî mirovahî ye û tu kes wek wî bi îradeya xwe nikare çiyan ji cihê wan bilivîne. Komîteya Nobelê îsbat kir ku li pêşiya aştiyê, siyaset danîne pêş."
Hêjayî gotinê ye, Trump doh gotibû ku wî 8 şer di nav 9 mehên deshilata xwe de bidawî kirine û bal kişandibû ser ku divê Xelata Nobela Aştiyê bo wî bê dayîn.
Ev nivîs 120 car hatiye xwendin.