Ji HSDê peyama 10 saliyê: Sûriyeke demokratîk, nenavendî û yekgirtî

PeyamaKurd- Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) salvegera 10emîn a damezirandina xwe pîroz kir û bi vê boneya dîrokî daxuyaniyek bi raya giştî re parve kir. HSD'ê di daxuyaniya xwe de salvegera xwe li hemû şervanên xwe û gelên herêmê pîroz kir.
Hêzên Sûriya Demokratîk diyar kir ku ew projeya Sûriyê ya niştîmanî diparêzin ku ew bi bingeha fedakariyên YPG û YPJê hatine avakirin û xwe bi rêxistin kirine. HSDê bal kişand ser ku ew di demekê de ku li Sûriyê tevlihevî û teror belav bûbû, hatin avakirin û bi aqilmendî rê li ber parçekirina civakê girtin.
HSDê eşkere kir, hêzên wan li dijî terorê bûne mertaleke zindî û parastina welat û mirovahiyê. HSDê destnîşan kir ku ew hêzeke Sûrî ne ku bi navê hemû gelê Sûriyê şer dikin û di nava 10 salên borî de bi hezaran şehîd dane da ku herêmê ji çeteyên DAIŞê biparêzin û ewlehî û aramiyê misoger bikin. Hêzên Sûriya Demokratîk tekez kir ku şerê wan li dijî terorê ne tenê rûbirûbûneke leşkerî bû, lê belê şerekî hebûn û tunebûnê bû.
Di daxuyaniya xwe de, HSDê ragihand ku wan li şûna mirovahiyê şerê terorê kiriye û cîhan ji teroreke mezin xilas kiriye. Li ser vê bingehê, HSDê bang li civaka navneteweyî kir ku divê cîhan jî li berpirsyartiya xwe derkeve û piştgiriyê bide wan. Ev banga li ser berpirsyariyê, girîngiya rola HSDê ya di tunekirina xeta pêş ya rêxistina terorîst a DAIŞ’ê de tîne ziman, ya ku aramiya herêmî û navneteweyî tehdîd dikir.
Hêzên Sûriya Demokratîk di dawiya daxuyaniya xwe de careke din soza xwe ya domandina têkoşînê ji gelên herêmê û şehîdên xwe re nû kir. HSDê bi vê yekê îradeya xwe ya parastina destkeftî û berdewamkirina xebatên xwe yên ji bo Sûriyeke demokratîk, nenavendî û yekgirtî diyar kir.
Ev nivîs 117 car hatiye xwendin.





