Mezlûm Ebdî: HSD dê tev li artêşa nû ya Sûriyê bibe

Mezlûm Ebdî: HSD dê tev li artêşa nû ya Sûriyê bibe

PeyamaKurd – Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD), Mezlûm Ebdî, di daxuyaniyeke dîrokî de ragihand ku hêzên wan dê bibin beşek ji artêşa nû ya Sûriyeyê. Ev pêngava stratejîk di dema pîrozbahiyên 10emîn salvegera damezrandina HSDyê de hat eşkerekirin û weke destpêka qonaxeke nû ji bo paşeroja Rojavayê Kurdistanê tê dîtin.

Di axaftina xwe ya di merasîma leşkerî de, Ebdî îşaret bi guherînên siyasî yên li welat kir û got, "Rewşeke nû li Sûriyeyê diqewime. Piştî hilweşîna rejîma Baes, Sûriyeyeke nû tê avakirin." Wî tekez kir ku HSD, weke hêzeke bingehîn ku di şerê li dijî terorê de roleke sereke lîstiye, dê di avakirina artêşa nû de jî cih bigire û bibe "pêkhateyeke bihêz a artêşa Sûriyeyê."

Ji bo cîbicîkirina vê biryarê, Ebdî gavên pratîkî jî eşkere kirin. "Di rojên pêş de, em ê şandeya xwe bişînin Şamê da ku Peymana 10ê Adarê bixin meriyetê. Pêvajoya entegrasyonê dê bi Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê re dest pê bike." Wî anî ziman ku ezmûn û perwerdeya HSDyê ya di 10 salên borî de, bi taybetî hevkariya bi hêzên navneteweyî re, dê ji bo artêşa nû bibe hêzeke mezin.

Fermandarê Giştî yê HSDyê her weha bal kişand ser paşeroja Yekîneyên Antî-Terorê (YAT) û diyar kir ku erka wan dê li seranserê Sûriyeyê berfireh bibe. "Li Sûriyeya nû, YAT dê êdî ne tenê li Rojavayê Kurdistanê, lê li ser asta neteweyî, bi yekîneyên din ên artêşa Sûriyeyê re operasyonên hevbeş pêk bîne. Ezmûna wan dê di têkoşîna li dijî terorê de bibe amûreke sereke."

Ev nivîs 127 car hatiye xwendin.