El Ereb: Îranê Hemas ji dest da

PeyamaKurd- Rojnameya El Ereb roporek belav kir û tê de got, qebûlkirina Hemasê ya radestkirina hemû girtiyên Îsraîlê û cenazeyan, pejirandina pêşniyara Trump û plana wî ya bidawîanîna şerê Xezeyê ye.
Rojnameyê diyar kir, "Ne mimkun e ku mirov behsa planeke Amerîkayê ya hevseng bike, ji ber ku ev plan di encama şerekî de derketiye holê û ji ber wî şerî piraniya Xezeyê bûye devereke ku xelkê xwe diqewitîne.”
Karta destê Îranê çû
Rojnameyê wiha nivîsî: "Eger tê xwestin şerê li Xezayê bi dawî bibe, ji bilî qebûlkirina plana DYA’yê tu derfetên din tune bûn. Şantajkirina Hemasê nedikarî heta dawiyê dewam bike. Girtina rehîneyên Îsraîlê dibû hinceteke rewa ji bo berdewamkirina şerê hovane yê Îsraîlê yê li ser Xezayê. Rewşeke wiha êdî nayê qebûlkirin, heta li Amerîkayê jî. Rewşek heye ku nikarin jê birevin.
Di dawiyê de Hemas neçar ma ku vê rastiyê qebûl bike û beşdarî alîgirên plana Trump bibe, li şûna ku tenê wekî karteke di destê Îranê de bimîne.”
Ev nivîs 92 car hatiye xwendin.