Rêveberiya Rojava: Dem hatiye HSD di nav artêşa Sûriyê de cî bigre

Rêveberiya Rojava: Dem hatiye HSD di nav artêşa Sûriyê de cî bigre

PeyamaKurd- Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê, îro 10ê Cotmehê di daxuyaniya xwe ya ji bo salvegera 10emîn a Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de got, êdî dema wê hatiye ku HSD di nav artêşa Sûriyê de cihê xwe bigire.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Bi boneya salvegera dehemîn a damezrandina HSDê, vê boneya mezin a neteweyî, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rêz û hurmeteke mezin şehîdên di oxira axa welat de canê xwe daye bi bîr tîne. Bi fedakariya şehîdan herêm ji terorê hat rizgarkirin, ewlehî û aramî misoger bû. Em vê boneyê li malbatên şehîdan, şervan û fermandarên HSDê, li tevahî gelê xwe yê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîroz dikin.”

Di beşeke daxuyaniyê de hate diyarkirin, “Îro, bi derbasbûna 10 salan di ser damezrandinê re, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk diyar dike ku dem hatiye ku HSD cihê xwe yê layiq û mafdar di artêşa nû ya Sûriyeyê de, weke hêzeke neteweyî ku welat û yekitiya wê diparêze û xwestekên gelên wê yên demokrasî, edalet û wekheviyê îfade dike, bigire.”

Ev nivîs 155 car hatiye xwendin.