Peymana Stratejîk a Xezarê: Îran, Rûsya û hevpeymanên wan desttêwerdana biyanî qedexe dikin

PeyamaKurd – Îran, Rûsya, Azerbêcan û Qazaxistanê peymaneke stratejîk a berfireh îmze kirin ku armanca wê xurtkirina ewlehiya Deryaya Xezarê ye. Xala herî giring a peymanê, qedexekirina her cure desttêwerdaneke biyanî ya li herêmê ye. Ev pêngav weke nîşaneke nû ya normalîzekirina têkiliyên Îranê bi cîranên xwe yên bakur re, piştî şerê wê yê bi Îsraîlê re tê dîtin.
Li gorî medyaya dewleta Îranê, rêkeftin hevkariya di navbera welatên peravê de zêde dike da ku "ewlehiyeke domdar di avên hevpar de" misoger bike. Fermandarê Hêzên Deryayî yên Îranê, Şehram Îranî, tekez kir ku di navbera welatên peravê de "têkiliyên pir baş" hene û herêm dikare bêyî desttêwerdana derve ewlehiya xwe pêk bîne.
Weke gaveke pratîkî, Wezareta Parastinê ya Rûsyayê piştrast kir ku di sala 2026an de dê tetbîqateke hevbeş a deryayî were lidarxistin ku balê dikişîne ser parastina veguhastina deryayî û binesaziya aborî.
Balkêş e ku Tirkmenistan, welatê 5emîn ê peravê, beşdarî civînê nebû. Tevî ku sedemeke fermî nehat eşkerekirin, tê bawer kirin ku Aşgabat hewl dide siyaseta xwe ya bêalîbûnê biparêze.
Deryaya Xezarê ji ber rezervên xwe yên mezin ên enerjiyê û rola wê weke korîdoreke stratejîk a di navbera Ewropa û Asyayê de xwedî giringiyeke mezin e. Tê texmînkirin ku hewza Xezarê nêzîkî 100 milyar bermîl petrol û 12 trîlyon metrekup rezervên gaza xwezayî dihewîne. Giringiya herêmê di projeyên wekî xeta rêhesinê ya Reşt-Xezar de, ku weke beşek ji Korîdora Veguhestinê ya Bakur-Başûr Kendava Farisî û Deryaya Xezarê bi hev ve girêdide, bêtir derdikeve pêş.
Ev nivîs 112 car hatiye xwendin.