Dewletên Yekbûyî ferman dide personelên Lubnanê ku ji welêt derkevin

PeyamaKurd – Wezareta Derve ya Amerîkayê daxwaz ji karmendên Hikûmeta Amerîkayê yên ne awarte û endamên malbatên wan kir, ji ber rewşa ewlekarî ya ne aram û nediyar li herêmê, welatê xwe terk bikin.
Di daxuyaniya ku li ser hesabê Xê yê Balyozxaneya Amerîkayê ya li Beyrûtê hat dayîn de hat diyarkirin ku Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê hişyariya sefera Lubnanê daye.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Wezareta Derve ya Amerîkayê daxwaz ji personelên hikûmeta Amerîkayê yên ne acîl û endamên malbatên wan kiriye, ji ber rewşa ewlekarî ya bêîstîqrar û nediyar li herêmê, welatê xwe terk bikin.
Ji ber geşedanên li herêmê diqewimin, hat diyarkirin ku divê hemwelatiyên Amerîkayê baldar bin û hat ragihandin ku di van çend rojên borî de hin şîrketên hewayî seferên xwe yên li Lubnanê dane sekinandin an jî betal kirine.





