Du erdhejan li Behra Marmarayê Stenbol hejandin

PeyamaKurd – Li Behra Marmarayê du erdhejên cuda pêk hatin. Li gorî Rasatxaneya Kandîllî, erdheja yekem saet 12:13an de bi lerza 4.0 û kûrahiya 16.3 kîlometre çêbû, li Stenbolê jî hat hîskirin. AFADê ragihand ku ev erdhej bi lerza 3.9 bû û navenda wê li peravên Silivriyê ye.
Piştî vê, erdhejeke duyemîn bi lerza 6.2 li heman herêmê pêk hat. Ev erdhej, ku kûrahiya wê 6.99 km bû, 10 saniyeyan dewam kir û li Stenbolê metirsiyeke mezin çêkir.
Ev nivîs 54 car hatiye xwendin.





