DYA: "Em ê wezaretê ji nû ve ava bikin"

DYA: "Em ê wezaretê ji nû ve ava bikin"

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Amerîka Marco Rubio ragihand ku ew ê wezaretê ji nû ve ava bikin da ku wezaretê bihêztir û karbidesttir bikin.

Marco Rubio da zanîn ku ji bo bihêztir û bikêrhatîtir bibe wê wezaretê ji nû ve ava bikin û di vê çarçovê de wê karên herêmî bên berhevkirin, ofîsên nepêwist wê ji holê bên rakirin û bernameyên ku bi berjewendiyên neteweyî yên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê re li hev nakin wê bên bidawîkirin.

Rubio di daxuyaniya xwe ya nivîskî da destnîşan kir ku ew ji bo avakirina Wezareta Karên Derve ya ku berjewendiyên Amerîkayê esas bigire dest bi tevgerê dikin.

Rubio diyar kir ku ew dixwazin siyaseteke derve ya ku li gor gotinên Serokê Amerîkayê Donald Trump "Pêşî Amerîka" be di demekê de ku li seranserê cîhanê bi dijwariyên mezin re rû bi rû ne, pêk bînin.

Rubio bal kişand ser wê yekê ku Wezareta Derve ya niha di vê heyama pêşbaziya hêzên mezin de "piçûk", "burokratîk" û "nikare peywira xwe ya dîplomatîk a bingehîn bi cih bîne" û got ku armanca wan ew e ku tevahiya pergalê bikêrtir bikin.

Rubio diyar kir, "Ji ber vê yekê ez îro planek nûavakirinê ya berfireh radigihînim ku wê wezaretê bîne sedsala 21an. Ev nêzîkatî wê wezaretê ji serî heta binî, ji buroyan bigire heya balyozxaneyan xurt bike. Ew ê fonksiyonên herêmî ji bo zêdekirina karîgeriyê, rakirina ofîsên nepêwîst û rakirina bernameyên bêdestûr ên ku bi berjewendîyên Amerîkî re naguncivin, ji holê rake."

Rubio da zanîn ku burokrasiyê "pergaleke ku ji pêşdebirina berjewendiyên neteweyî yên Amerîkayê zêdetir girêdayî îdeolojiya siyasî ya radîkal e" afirandiye û peyam da ku ew ê bi nêzîkatiyek ku Dewletên Yekbûyî di rêza yekem de digire xebata xwe bidomînin.

 
Ev nivîs 62 car hatiye xwendin.