DYA ragihand ku 27 êrîşên hewayî birine ser Hûsiyên Yemenê

DYA ragihand ku 27 êrîşên hewayî birine ser Hûsiyên Yemenê

PeyamaKurd – DYAyê ragihand ku li Yemenê li bajarên Hudeyde û Maribê bi tevahî 27 êrîşên hewayî birine ser Hûsiyên ku bi desteka Îranê şer dikin. Di encama êrîşan de çi zerara can û mal çêbûye nehar ragihandin.

Hûsî jî ragihandin ku artêşa DYAyê xwe amade dike da di bejahiyê de operasyonan bikin ser Hûsiyan û hişyariyê da xelkê.

Hûsî, di televizyona xwe ya bi navê El-Mesira de li ser mijarê gotin ku balafirên DYAyê, di siba de li bajarê Hudeyde li navça Et-Tuheyta 25 êrîşên hewayî kirine. TV got her weha li bajarê Maribê li navça Meczerê balafirên DYAyê 2 êrîşên hewayî kirine ser navçê.

Ev nivîs 57 car hatiye xwendin.