Endamekî Kongreya Amerîkî: Sûriye amade ye bi Îsraîlê re aşitiyê îmze bike

PeyamaKurd – Endamê Kongresa Amerîkî Cory Mills li Şamê bi rêberê demkî yê HTŞyê Ehmed Şara re civiya û ragihand ku Sûriye, di bin ”şert û mercên guncaw" de, amade ye bi Îsraîlê re peymana aştiyê îmze bike.
Di vê hevdîtina 90 deqîqeyî de ku yekem serdana endamekî Kongreya Amerîkî bû piştî rûxandina Beşar Esed, Şara nameyek ji bo Serokê Amerîkayê Donald Trump nivîsand, lê naveroka wê nehat aşkerekirin.
Mills got, ew ê Trump û Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî Mike Waltz li ser hevdîtinê agahdar bike.
Mills ji Ajansa Bloombergê re diyar kir ku di civînê de behsa rakirina cezayên Amerîkayê yên li ser Sûriyeyê û pêvajoya mihtemel a aştiyê bi Îsraîlê re hatiye kirin.
Şara amaje kir ku ew dikarin Peymana Birahîm, ku têkiliyên bi Îsraîlê re asayî dike, îmze bikin.
Ev peyman, ku di serdema yekem a Trump de dest pê kiribû, berê ji aliyê welatên wekî Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb ve hatibû pejirandin.
Lê belê, hebûna Îsraîlê ya li Girên Golanê, ku Trump di sala 2019an de wekî axa Îsraîlê nas kiribû, ji bo peymanê astengiyek bû.
Şam bi fermî daxwaza vegerandina Golanê dike.
Îmarat û Erebistana Siûdî berê soza sermayeguzariyê dabûn, lê ji ber cezayan ev yek pêk nehat.
Ev nivîs 53 car hatiye xwendin.





