Eraqçî: Ji bo mijara nukleerî amade me serdana Brîtanya û Ewropayê bikim

Eraqçî: Ji bo mijara nukleerî amade me serdana Brîtanya û Ewropayê bikim

PeyamaKurd - Wezareta Derve ya Îranê daxwaza dubare destpêkirina danûstandinan bi çend welatên Ewropayê re kir û ragihand, “Rewşa niha di berjewendiya ti aliyekî de nîne.”

Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Êraqçî îro 24ê Nîsanê li ser Xê daxwaza dubare destpêkirina danûstandinan bi Brîtanya, Almanya ê û Fransayê re kir.

Ebas Êraqçî got, ew daxwazê ji Brîtanya, Almanya û Fransayê dikin ku pêwendiyên xwe yên diplomasî bi wan re dîsa dest pê bikin. Amadebûna xwe ji bo serdana welatên Troika jî diyar kir û niha ji bo doza nukleerî ya Îranê û gelek mijarên din mijar di destê wan de ye.

Hêjayî gotinê ye, Troika komeke siyasî ya Rûsyayî ye û ji bo civîna sê welatan bi kar tê, ku her sê welat ji bo mijareke yek helwest û yek nerîna hevpar danûstandinê dikin. Brîtanya, Almanya û Fransayê di vî warî de li ser hevdîtinên nukleerî yên Îranê xwedî nêrîneke hevpar in.

Ev nivîs 65 car hatiye xwendin.