Fûad Huseyin: Erbil û Bexda li ser dahatên di derveyê petrolê de hindik maye li hev bikin

PeyamaKurd – Wezîrê kar û barên derve û hem cîgirê serokwezîrê Iraqê Dr. Fûad Huseyîn got di hevdîtinên li ser mijarên darayî ku demekî dirêje dewam dikin, hindik maye li ser dahatên di derveyê petrolê de Erbîl û Bexda li hev bikin. Huseyîn îro di çarçova forma enerjiyê ya Bexdayê ya navdewletî de pirsên rojnamevanan bersivand û got:
“Beşa dahatên di derveyê petrolê de, tê de gelek pêşdeçûn hene. Li gor fikra min dê di van rojan de wê bigihên encamekî. Her dû teref li ser şiroveya xalên yasayan fikrên xwe peşkeş kirin.
Di navbera terefan de demekî dirêje ku li ser dahatên di derveyê petrolê de li hev nakin. Bexda dixwaze ku temamê dahatên Kurdistanê bidin Bexdayê û dê Bexda jî mehaneyên xebatkarên Herêma Kurdistanê bişîne. Lê Kurdistan dibêje ku mesrefên Kurdistanê ne tenê mehanene û ew der welatekiye, hukumet heye û dezge hene.
Niha, her dû teref li ser miqdarê perê bidin Bexdayê li hev nekirine lê her dû teref li serê dixebitin. Wezîr Huseyîn got ku bi hêviye komîsyon xebatên xwe heya roja Duşemê temam bikin û roja Sêşemê raporb herin encumena wezîran ya Bexdayê. Wê encumen li gor raporan biryarekî esehî bidin.
Bexda, ji bo îxracata petrolê ya Herêma Kurdistanê di xeta Ceyhanê de here û mehaneyên karmendên Kurdistanê wekî şertekî datîne ber Kurdan.
Fûad Huseyin, behsa pirsgirêka navbera Bexda û şîrketên petrolê jî kir û got:
“Pirsgirêk ne di navbera hukuemta Herêma Kurdistanê û şîrketan de bû. Ne di navbera şîrketan û wezareta petrolê de bû jî. Pirsgirêk sêalî bû. Ez bawerim dê van rojan her sê teref bigihên encamekî”.
Ev nivîs 91 car hatiye xwendin.




