Medya Amerîkî: Guhertina Pentagonê bi navê Wezareta Şer wê milyar dolaran bixwe

PeyamaKurd- Medyaya Amerîkayê îdîa kir ku biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump ya guhertina navê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) bo "Wezareta Şer", wê milyar dolara xerc bike û li zêdetirî 700 hezar tesîsên girêdayî wezaretê, mohrên wezaretê bên guhertin.
Medya Amerîkayê diyar kir, ku biryara Trump ya guhertina navê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) bo Wezareta Şer dikare ji bo hikûmetê bibe sedema lêçûnên zêde.
Li gorî nûçeya malpera nûçeyan a Amerîkî Politico, gelek rayedarên Amerîkî bi hêrs û sosret li hember biryarnameya Serokê Amerîkayê ya ku duh ji bo guhertina nav hatibû îmzekirin, nerazîbûn nîşan dan.
Hat îdîakirin ku hin rayedaran gotine, “Ev guhertina kozmetîk, ku tu feydeyê nade çareserkirina pirsgirêkên girîng ên artêşê, dibe ku milyar dolaran bixwe.”
Ev nivîs 90 car hatiye xwendin.




