Îsmaîl: Pêşmerge li seranserê cîhanê bûye sembola lehengiyê

PeyamaKurd - Li paytexta Fransa Parîsê, bi amadebûna Serok Mesûd Barzanî û Şaredara Parîsê Anne Hîdalgo, du roj berê rêya nû ya bi navê "Pêşmerge" hate vekirin. Wezîrê Pêşmerge yê Herêma Kurdistanê ev pêngav weke cihê serbilindiyê bi nav kir.
Wezîrê Pêşmerge yê Herêma Kurdistanê Şoreş Îsmaîl di civîneke rojnamevanî de ragihand, navê Pêşmerge li seranserê cîhanê bûye sembola lehengiyê. Navê Pêşmerge li seranserê cîhanê bûye sembol. Welatiyên Ewropî û Amerîkî vî navî baş nas dikin."
Wezîrê Pêşmerge herwiha da zanîn, Pêşmerge bi hezaran şehîd di oxira têkbirina terorîstan de dane û got: "Navlêkirina her cihekî bi navê Pêşmerge cihê serbilindî û destxweşiyê ye."
Rêya Pêşmerge bi merasîmekê hate vekirin
Roja Înê, 5ê Îlona 2025an, li Parka Andre-Citroën a Parîsê, merasîmeke taybet ji bo vekirina "Kolana Pêşmerge" hat lidarxistin. Di merasîmê de Serok Mesûd Barzanî, Şaredara Parîsê Anne Hîdalgo, hejmareke mezin ji berpirsên îdarî, kesayetî û rewşenbîrên Fransî, şanda Parêzgeha Hewlêrê, pêşmergeyên dêrîn û Kurdên li Ewropa û Fransayê dijîn amade bûn.
Di destpêka merasîmê de, Serok Barzanî perde li ser tabloya Şeqama Pêşmerge rakir û bi fermî kolana Pêşmerge vekir.
Piştre, Şaredara Parîsê Anne Hîdalgo gotarek pêşkêş kir û rola Pêşmerge û Herêma Kurdistanê di têkoşîna li dijî terorê de bilind nirxand û ev pêngav weke rêzgirtinekê ji bo qurbanîdana Pêşmerge bi nav kir.
Ev nivîs 113 car hatiye xwendin.




