Navenda Metro: Li Silêmaniyê serdegirtina rêxistinên biyanî metirsiyê çêdike

Navenda Metro: Li Silêmaniyê serdegirtina rêxistinên biyanî metirsiyê çêdike

PeyamaKurd- Navenda Metro ya Parastina Rojnamevanan ragihand ku piştî êrîşa ser Otela Lalezar a li bajarê Silêmaniyê hêzên ewlehiya YNKê bi ser ofîsên hejmarek rêxistinên navxweyî û derve de girtine.

Navenda Metroyê îro 7ê îlonê bi daxuyaniyekê eşkere kir, "Êrîşên li ser ofîsên rêxistinên herêmî û biyanî binpêkirinek eşkere ya qanûna mirovî ya navneteweyî ye û metirsiya wê yekê heye ku Herêma Kurdistanê ji bo rêxistinên biyanî bibe cihekî ne ewle.”

Navenda Metro ragihand: “Ofîsa Paya li taxa Serçinar a Silêmaniyê, nêzîkî mala serokê Eniya Gel Lahur Şêx Cengî û Otêla Lalezar e, gelek rêxistinên çandî û jîngehê û rêxistinên navneteweyî di avahiyê de ofîsên wan hene, wek rêxistina Pêşxistina Behremendiya Ciwanan, Paya Ajans, Art Pluss, Parêzerên Av a Iraq û Kurdistanê û Rêxistina UPP."

Li gor daxuyaniyê: “UPP, ku wekî Un Ponte Per tê nasîn, rêxistineke serbixwe ya Îtalî ya bêqezenc e ku ji bo avakirina pirên aştiyê û xurtkirina rêxistinên civaka sivîl li deverên nakokî yên wekî Iraq, Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê bi rêya projeyên pêşxistina civakê, ciwanan, hêzdarkirina jinan û piştgiriya penaberan dixebite.

Hate diyarkirin: "Li gorî çend çavkaniyên ku nexwestin navê xwe bidin, roja Înê ya 22yê Tebaxa 2025an, di dema şerê bixwînî yê li Lalezarê li Girê Serçinar a Silêmaniyê, hêzên çekdar êrîşî avahiya ku ofîsên rêxistinên herêmî û navneteweyî lê bûn kirin. Di nav wan de qutiyek pereyan a ku fonên projeyê tê de hebûn, çar çapkerên rengîn û reş û spî, telefonên satelîtê yên Suraya, çend setên komputeran, neh laptop, pelên daneyan, sê kamerayên Sony û Canon, cîhazên Wi-Fi yên Asia Cell, Fast Link û IQ, ekrana TV, pasaporta karmendan, çend guhdarker, axaftvan, telefonên desta û çend UPS, heta tiştên pir hêsan ên wekî: firçeyên diranan û makîneyên rih tiraşîna karmendan jî birin. Ji rêxistina din jî makîneyên dirûmaniyê, makîneya over û nexş û utu û metqap û gêziyê elektrîkê û cuzdanên bi pare ve û çenteyên wan jî birine.’’

Di beşeke din a daxuyaniya Navenda Metro de hate gotin, “Me peywendî pêkanî li gel wan û her çend agahî piştrast be jî, lê em matmayî man, ji ber ku kesê nexwast bi navê xwe û bi navê rêxistina xwe ti daxuyaniyekî bide û ji ber wê jî nêzîkî du hefteyan bêdeng man."

Di berdewamê de hate diyarkirin: "Êrîşa li ser avahiya ku ofîsên çend rêxistinên herêmî û biyanî lê ne, desteserkirina alavên wê û birina wan bo cihekî nenas, ti bingehek qanûnî tune û binpêkirinek eşkere ya qanûna mirovî ya navneteweyî ye.”

Navenda Metro ragihand; ev rêxistin ti têkiliya wan bi pevçûnên siyasî û çekdarî yên dawî re tune ne, da ku wekî hincet ji bo desteserkirina milkê van rêxistinan werin bikar anîn," ji ber vê yekê daxwaza lêborînê û tezmînatê ji bo windahiyên wan kir.

Herwiha bang li hemû aliyan kir ku ofîsên rêxistinên herêmî û biyanî biparêzin. Daxwaz ji saziyên medyayê jî hate kirin ku van binpêkirinan eşkere bikin û raya giştî bi bêhtir agahdar bikin.

Ev nivîs 112 car hatiye xwendin.