Ji Amerîka pêşniyareke bo Hemasê: Îsraîl amade ye dagirkirina Xezeyê rawestîne

Ji Amerîka pêşniyareke bo Hemasê: Îsraîl amade ye dagirkirina Xezeyê rawestîne

PeyamaKurd- Desteya Weşanê ya Îsraîlê ragihand ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ji bo rawestandina şerê li Xezeyê û berdana hemû girtiyên îsraîlî, pêşnûmeya rêkeftineke berfireh ji Hamasê re şandinye.

Desteyê diyar kir ku pêşnûmeya ku ji hêla Washingtonê ve hatiye şandin ne formuleke dawî yan fermî ye, lê belê prensîbên giştî ne, armanca wan ew e ku danûstandin berdewam bikin.

Desteyê li ser zimanê çavkaniyeke nêzîkî Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu got, "Îsraîl amade ye ku dagirkirina Bajarê Xezeyê rawestîne ger peymaneke rastîn ji wê re were pêşkêşkirin. "

Çavkaniyeke agahdar ji malpera Axios re gotiye, Nûnerê Taybet ê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Steve Witkoff derbarê rêkeftineke berfireh de agahî dane Hamasê. Li gorî pêşnûmeya rêkeftinê tê xwestin beramberî bidawîkirina şerê li Xezeyê hemû girtî bêne berdan.

Ev nivîs 66 car hatiye xwendin.