Iraq dixwaze petrolê di ser Sûriyê û Lubnanê de bişîne bazara dinyayê

PeyamaKurd – Wezîrê petrolê yê Iraqê Hayyan Abdulgani roja Şemiyê di forma enerjiyê ya navdewletî ya Bexdayê de axifî û got ku Iraq sed sale di bazara dinyayê de yek ji aktorên herî girînge. Iraq di nav OPECê de bi berbirsiyarî tevdigere û destekê dide îstîqrara bazara dinyayê.
Hayyan Abdulgani ragihand ku Iraq dixwaze guzergahên şandina petrola Iraqê zêdetir bike û wekî bijarte rêya di ser Sûriyê û Lubnanê de dane ber xwe da petrola xwe di wan deveran de bişînin bazara dinyayê. Iraq kiriye hedef ku di bazara dinyayê ya petrolê de û di bazara enerjiyê de roleka baş bigre ser xwe.
Wezîr Abdulgani di axaftina xwe de ragfihand ku Iraq namzede bi petrol, xaza xwe û ciyê xwe yê stratejik bibe nevendekî enerjiyê. Iraq her weha destpêkiriye sozên xwe yên di peymana Parîsê ya kêşûhewayê de bicîh bîne, di mijarê de pêşdeçûn heye û dixebitin da enerjiya bayê û rojê bi sîstema elektrîkê re entegre bikin. Abdulgani got:
“Şîrketa gazê ya Basrayê pêşde birine, Misan û Zikar di sehayên Kerkûkê de dest bi xebatên xwe kirine. Iraq difikire ku heya sala 2030an veberhênanên gazê temam bike û di sala 2029an de bi temamî dest ji şewata xazê berdin. Veberhênan, wê maliyeta bilind ya ji ber îhxalatê kêm bike û emisyona karbonê kêm bike.”
Ev nivîs 105 car hatiye xwendin.




