Ûkrayna ji bo parastina Ewropayê demê qezenc dike, welatên NATOyê lêçûnên leşkerî zêde dikin

PeyamaKurd – Li gorî nûçeyeke Newsweekê, şerê ku Ûkrayna li dijî Rûsyayê dimeşîne, ji welatên Ewropî re fersendê dide ku parastina xwe xurt bikin. Di demekê de ku welatên NATOyê lêçûnên xwe yên leşkerî zêde dikin, fikarên derbarê paşeroja parzemînê de jî zêde dibin.
Serfermandarê Artêşa Çek, Karel Rehka, diyar kir ku berxwedana leşkerên Ûkraynayê li hemberî êrîşên Rûsyayê, ji bo Ewropayê "demê dikire". Rehka got, "Eger Ûkraynî li dijî wan şer dikin, wekî ku niha dikin, ew ji me re demê dikirin, ev rastiyek e. Divê em spasdar bin ku Ûkraynî hîn jî berevaniyê dikin."
Ev rewş di demekê de tê ku rêveberiya Serokê Amerîkayê Donald Trump hewl dide ji bo bidawîkirina şer peymanekê pêk bîne, lê daxwazên her du aliyan hîn jî ji hev dûr in. Hin raporên îstîxbaratî yên Ewropî hişyariyê didin ku eger Rûsya li Ûkraynayê neyê rawestandin, dibe ku di nav 5 salan de êrîşî welatekî NATOyê bike.
Sekreterê Giştî yê NATOyê, Mark Rutte, hişyarî da ku Rûsya bi lezeke mezin xwe biçek dike û ji sedî 40ê budceya xwe ji bo şer terxan kiriye. Serokê Rûsyayê, Vladîmîr Pûtîn, jî vê hefteyê li Pekînê axivî û tekezî li ser hevkariya "bêsînor" a bi Çînê re kir.
Rûsyayê di Sibata 2022yan de êrîşeke berfireh li dijî Ûkraynayê da destpêkirin û ket herêmên Donêtsk, Lûhansk, Xerson û Zaporîjyayê. Moskowayê di sala 2014an de jî Qirim kontrol kiribû.
Li hemberî van pêşketinan, hewldanên dîplomatîk jî berdewam dikin. Serokkomarê Fransayê, Emmanuel Macron, ragihand ku 26 welatan li ser garantiyên ewlehiyê ji bo Ûkraynayê li hev kirine. Di heman demê de, welatên Ewropî yên ku çek û cebilxane şandine Ûkraynayê, niha ji bo tijekirina stokên xwe û berfirehkirina hilberîna pîşesaziya parastinê dixebitin.
Pavel Fischer, serokê Komîteya Karûbarên Derve, Parastin û Ewlehiyê ya Senatoya Çek, rewşê wisa kurt kir: "Kar berdewam dike, lê armanc hîn nehatiye bidestxistin."
Ev nivîs 109 car hatiye xwendin.




