Rêvebirê asayîşa Antalyayê ewilî ji kar dûr xist û paşî biryara binçavkirina wî dan

PeyamaKurd – Rêvebirê asayîşa Antalyayê (mudir) İlker Arslan ewilî ji ser karê wî dûr xistin û paşî biryara binçavkirina wî dan. Lêpirsîna di derbarê Arslan de ji aliyê serdozgerê bajarê Antalya de dihat kirin û ewilî ew ji ser karê wî dûr xistin. Paşî di derbarê wî de biryara binçavkirinê da.
Hat ragihandin ku sedema biryara dûrxistina ji ser kar; bi sedema lêpirsîna di derbarê bertîlê de ku ji bo şaredariya mezin ya Antalyayê dihat kirin de bûye. Serdozger ewilî di rêya wezareta karên navxwe ya Tirkiyê de ew ji ser kar girtin û niha biryara binçavkirina wî dan.
Hûrahiya lêpirsînê diyar bûye ku rêvebirê asayîşê Arslan di lêpirsîna Muhittin Böcek de ku di lêpirsîna bertîla şaredariya mezin de hatibû girtin, Arslan jî ji ser kar dûr xistine.
Nehat ragihandin bê İlker Arslan sûcedkî çawa kiriye û çima biryara binçavkirina wî dan.
İlker Arslan di sala 1994an de bi cîgiriya komserê emniyetê ji akademiya polîs derçûye, li Antalya dest bi kar kiriye, li rêvebiriya emna giştî li Ankara de xebitiye, li bajarê Sêrtê, Ankara xebitiye, di navbera salên 2016-2021an de serokê daîra parastina şahidan bûye li Ankara. Di salên 2021-2024an de li Makedonyayê li balyozxana Tirkiyê ya Üsküpê muşawirê navxwe bûye û di 16.08.2024an de bi biryarnama serokkomariyê bûye rêvebirê asayîşa bajarê Antalya.
İlker Arslan ji xelkê bajarê Sêwasê ye û 3 zarokên wî hene.
Ev nivîs 125 car hatiye xwendin.




