Daxuyaniya Amerîkayê ya li ser kampên Hol û Rojê: Nifûs daketiye bin 30 hezarî

Daxuyaniya Amerîkayê ya  li ser kampên Hol û Rojê: Nifûs daketiye bin 30 hezarî

PeyamaKurd – Fermandarê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM), Amîral Brad Cooper, ragihand ku nifûsa giştî ya kampên Hol û Rojê yên li Rojavayê Kurdistanê  cara yekem e ku daketiye bin 30 hezar kesî.

Cooper ev pêşketin weke encama xebata hevkarên herêmî bi nav kir û tekezî li ser giringiya hewlên vegerandinê kir. Wî diyar kir ku vegerandina nîştecihên kampan ji bo kêmkirina bandora îdeolojiyên tundrew, bi taybetî di nav jin û zarokan de, roleke bingehîn dilîze.

Amîral Cooperê ku di destpêka Îlonê de serdana herêmê kiribû û li Kampa Holê lêkolîn pêk anîbû, got, "Veger, belavbûna bandora tundrew di nav jin û zarokên bêparastin de kêm dike."

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) demeke dirêj e bang li welatên cîhanê dike ku welatiyên xwe ji van kampan vegerînin. Washington hişyariyê dide ku heke ev kamp werin paşguhkirin, dê bibin zemînên çêkirina îdeolojiyên radîkal û gefeke cidî li ser ewlehiya herêmî û navneteweyî çêbikin.

Ev nivîs 107 car hatiye xwendin.