Rêveberiya Rojava 7 saliya xwe pîroz kir: Armanca me ya sereke Sûriyeke nenavendî ye

PeyamaKurd- Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê, 7emîn salvegera damezrandina xwe li Reqayê pîroz kir.
Di daxuyaniya Rêveberiya Xweser de hate gotin, Rêveberiya Xweser berhema têkoşîna ji bo avakirina modelek demokratîk ya li ser bingeha edalet, azadî û wekheviyê a bi pêşengtiya jinan e.
Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku zêdetirî 5 mîlyon kesên ji gelek pêkhateyan li herêmên Rêveberiya Xweser dijîn û wiha hate gotin:
“Tevî dorpêçkirin, êriş û gefên berdewam, gelên herêmê nîşandan ku ew dikarin xwe birêve bibin, saziyên xwe pêş bixin û modeleke demokratîk, ava bikin.
Ji ber krîzên siyasî, aborî û ewlehiyê yên li Sûriyê, girîngiya Rêveberiya Xweser îro ji her demê zêdetir e. . Ev rêveberî nûnertiya modelek rast ya li ser bingeha azadî, edalet û jiyana hevbeş ya li ser bingeha avakirina pêşerojeke demokratîk ji bo hemû gelê Sûriyê dike.”
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin, armanca wan ya sereke Sûriyeke demokratîk û nenavendî ye û girîngiya lidarxistina konferanseke netewî ya bi beşdariya hemû gelê Sûriyê hate bibîrxistin.
Di dawiyê de hate diyarkirin ew pabendî Peymana 10ê Adarê ya bi Şamê re hatiye îmzekirin e.
Ev nivîs 117 car hatiye xwendin.





