Hêzên Pakistanê operasyon kirin ser Talîban a Pakistanê

PeyamaKurd – Hêzên asayîşa Pakistanê li eyaleta Hayber Pahtunhvayê du operasyon kirin ser Talîban a Pakistanê. Hat ragihandin di encama operasyonan de 6 çekdarên Talibanê kuştine. Operasyon li herêmên Wezîrîstana bakûr û başûr hatine kirin.
Ji beşa têkiliyên bi gel re ya artêşa Pakistanê (ISPR) daxwuyanî hat dayîn û got 2 roje li Wezîrîstana Bakûr û Başûr operasyon kirine ser mîlîtanên Talîban a Pakistanê.
Li Pakistanê hêzên çekdar yên Talîban a Pakistanê li ser sînorê eyaleta Hayber Pahtunhvayê êrîşê Pakistanê dikin. Li eyaleta Belûcistanê rêxistinên Belûc hene ku dixwazin çarenûsa Belûciyan ew bi xwe çareser bikin û serxwebûna Belûcistanê dixwazin.
Li Pakistanê heya niha dewletê ti heq nedaye Peştû an Belûciyan. Belûcistan di navbera Pakistan, Îran û hinek jî Afganistanê de hatiye perçekirin.
Ev nivîs 50 car hatiye xwendin.




