Hûsî: Amerîka amadekariya operasyona bejayî li Yemenê dike

PeyamaKurd – Wezîrê Karên Derve Cemal Amir, di hikûmeta girêdayê Hûsiyan de, got ku DYA amadekariya operasyona bejayî ya li Yemenê dike û hişyarî da ku tevgerek bi vî rengî "xetera tevlihevkirina rewşê bi tevahî heye."
Li gorî nûçeya SABA ya ku ji aliyê Hûsiyan ve tê birêvebirin, Amir li paytext Sana bi Alîkara Seroka Mîsyona Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Piştgiriya Peymana Hudeydayê (UNMHA) Mari Yamaşîta re hevdîtin kir.
Wezîr Amirî got: "Armanckirina Bendera Ras Îsa ya li bajarê El-Hudeydeyê li rojavayê Yemenê û bombebarankirina xebatkarên tenduristiyê tawaneke şer e û divê were lêkolînkirin."
Amirî bal kişand ser êrîşên esmanî yên Amerîkayê bi taybetî li herêmên pêwendiyê û li ser peravê û wiha got: "Ev rewş nîşan dide ku Amerîka ji bo operasyona bejayî amadehiyê dike û siyaseta axên şewitandî dimeşîne."
Amirî bal kişand ser wê yekê ku divê rewş ji kontrolê dernekeve û got, "Ji bo rewş ji kontrolê dernekeve em ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (Antonio Guterres) re peyamekê dişînin."
Emîr hişyarî da ku tevgereke bi vî rengî "xetere ye ku rewşê bi tevahî bêîstiqrar bike."





