Hûsiyan bi moşek û dronan êrîşî keştiyên Amerîkayê kir

Hûsiyan bi moşek û dronan êrîşî keştiyên Amerîkayê kir

PeyamaKurd - Berdevkê hêza çekdarî ya Hûsiyan Yehya Saree, ji kanala Al Masirah TV re ragihand ku wan êrîş birine ser keştiyên balafirên şer ên Amerîkayê li Deryaya Sor.

Berdevkê Hûsiyan got: "Me êrîş bir ser keştiya balafiran a USS Harry S. Truman ku li bakurê Deryaya Sor cih digire û keştiyên ku wê dişopînin. Operasyona duyemîn jî li dijî USS Carl Vinson û keştiyên ku pê re bûn hate pêkanîn."

Berdevkê Hûsiyan li ser êrîşê diyar kir, "Me bi 2 fûzeyên balistîk û 2 balafirên bê mirov (dron) êrîş bir ser keştiya balafiran a USS Harry S. Truman ku li bakurê Deryaya Sor cih digire û keştiyên ku wê dişopînin."

Herwiha Hûsiyan diyar kir ku wan li Deryaya Umanê jî êrîş pêk anîne û keştiya USS Carl Vinson û keştiyên ku pê re bûne armanc.

Trump fermana êrîşê dabû

Artêşa Amerîkayê di 15ê Adarê de bi fermana Serok Donald Trump dest bi êrîşên berfireh ên hewayî li dijî armancên Hûsiyan li Yemenê kiribû. Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihandibû ku armanca van operasyonan parastina berjewendiyên Amerîkayê û dîsa bicihkirina azadiya seyrûseferê ye.

Ev nivîs 77 car hatiye xwendin.