Heşdî Şebiyê li deriyê sînorî yê Ebû Kemalê bersiva êrîşeke çekdarî da

PeyamaKurd – Hêzên Heşdî Şebî yên Iraqê ragihandin ku roja Înê li nêzî deriyê sînor ê Elbûkemalê, yê ku dikeve rojhilatê Dêra Zorê, rûbirûyê êrîşeke çekdarî ji aliyê Sûriyeyê ve bûne û di navbera her du aliyan de pevçûn derketiye.
Fermandarê Lîwaya 7emîn a Heşdî Şebî, Ce'fer Mihemed Şûganbî, ji Ajansa North Pressê re piştrast kir ku hêzên wan ji nav axa Sûriyeyê ve rastî gulebaranê hatine. Şûganbî da zanîn ku "pevçûn serê sibêya roja Înê dest pê kir û nêzîkî du saetan berdewam kir."
Li gorî fermandarê Heşdî Şebî, hêzên wan bersiva çavkaniya êrîşê daye, lê di encama pevçûnê de tu ziyaneke canî negihîştiye hêzên wan. Heta niha nasnameya koma çekdar a ku êrîş pêk aniye û sedema vê "provokasyonê" nehatiye zanîn.
Hêjayî gotinê ye ku Wezareta Parastinê ya Iraqê û Fermandariya Operasyonên Hevbeş heta niha derbarê bûyerê de tu daxuyaniyeke fermî nedane. Ev bûyer aloziya li ser sînorê hestiyar ê di navbera Sûriye û Iraqê de careke din radixe ber çavan.
Ev nivîs 129 car hatiye xwendin.




