Hikûmeta Sûriyê banga vegerê li karmendên ku dema Esed hatibûn dûrxistin kir

Hikûmeta Sûriyê banga vegerê li karmendên ku dema Esed hatibûn dûrxistin kir

PeyamaKurd- Wezareta Aborî û Pîşesaziyê ya Sûriyê bang li hemû karmendên ku di serdema Rejîma Esed de ji kar hatibûn dûrxistin kir ku vegerin ser karê xwe.

Wezaretê di daxuyaniyekê de bang li wan karmendan kir ku daxwazên vegera kar an çareserkirina mafên wan pêşkêşî dazgehên bi ser wezaretê ve bikin.

Hate diyarkirin, heyama pêşkêşkirina daxwazan ji 22yê Hezîranê heta 17 Tîrmehê birdewam dike.

Hêjayî gotinê ye, di serdema rejîma Esed de, gelek karmend ji ber helwesta wan dijî rejîma hilweşiyayî ji kar hatibûn dûrxistin û ji mafên xwe bêpar mabûn.

Ev nivîs 95 car hatiye xwendin.