Hikûmeta Xezzeyê îdiayên koçkirina girseyî red dike

PeyamaKurd – Hikûmeta Xezzeyê îdiayên ku dibêjin Xezzeyî neçarî koçberiyê dibin bi tundî red kir.
Ofîsa Ragihandinê di daxuyaniyekê de ragihand ku ev gotegot beşek in ji kampanyayek ku Îsraîl piştgiriya wê dike ku armanca wê têkbirina hişmendiya neteweyî û lawazkirina berxwedana Filistînê ye.
Daxuyaniyê tekez kir ku çend kesên ku ji Xezzeyê derketin tenê nexweş û kal û pîr in ku rêkarên pêwîst ji bo dermankirinê şopandine. Ji aliyê din ve di êrîşên ku artêşa Îsraîlê ji 18ê Adarê vir ve piştî şikandina agirbestê ji nû ve dest pê kir de, piraniya wan jin û zarok hezar û 864 Filistînî canê xwe ji dest dan.
Li Xezzeyê ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve hejmara miriyan derket 51 hezar û 240î.





