Hindistan û Erebistana Sa’ûdî peymanekî stratejîk çêkirin

PeyamaKurd – Hindistan û Erebistana Sa’ûdiyê ragihandin ku Konseya Hevkariyê ya Stratejîk fireh kirine. Her dû dewlet biryarê dan ku komîteyên nûh yên wezaretan bo sehayên siyasî, aborî û çandiniyê ava bikin.
Li gor ajansa Erebistanê ya SPAyê; Erebistan û Hindistan bi hevkarî daxwuyaniya hevpar dan û gotin ku biryarê dane hevkariya styratejîk ya navbera her dû welatan fireh bikin, komîtên siyasî û aboriyê deynin, bo hevkariya di sehayên bergiriyê, çandiniyê û tûrîzmê de komîteyan ava bikin û ji biryarê razîne.
Hevdîtina di asta bilind ya navbera her dû dewletan, bi serpereştiya prensê Erebistanê Muhammed bin Selman û serokwezîrê Hindistanê Narendra Modi hat kirin.
Ev nivîs 47 car hatiye xwendin.




