Îsmaîl Bekayî: Tehran hê jî baweriya xwe bi dîplomasiyê tîne

Îsmaîl Bekayî: Tehran hê jî baweriya xwe bi dîplomasiyê tîne

PeyamaKurd – Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Bekayî got ku ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkan dê serî li dîplomasiyê bidin.

Berdevkê Bekayî roja Yekşemê 20ê Nîsana 2025ê di daxuyaniyekê de ragihand, welatê wî li ser dîplomasiyê weke rêyeke guncaw a çareserkirina nakokiyan berdewam e.

Bekayî got, “Di vê rewşa ku cîhan têre derbas dibe, Tehran hîn jî di wê baweriyê de ye ku dîplomasî rêyek kêm e ji bo çareserkirina pirsgirêkan."

Îsmaîl Bekayî herwiha spasiya Îtalya û Umanê jî kir ku navbeynkariya danûstandinên navbera Îran û Amerîkayê kirine.

Îro 19.04.2025ê, şanda Îranê bi serokatiya Wezîrê Derve Abbas Arakçî û şanda Amerîkayê bi serokatiya nûnerê taybet ê Trump bo karûbarên Rojhilata Navîn Steve Vatikov li Balyozxaneya Umanê li Romayê hevdîtinek pêk anîn.

Arakçî ji çapemeniyê re axifî û got ku hevdîtinên Tehran û Washingtonê di atmosfereke erênî û avaker de hatin kirin.

 
Ev nivîs 53 car hatiye xwendin.