Îsraîlê êrîşî başûrê Lubnanê kir

Îsraîlê êrîşî başûrê Lubnanê kir

PeyamaKurd – Balafirên şer ên Îsraîlê çend êrîşên esmanî birin ser bajarê Nebatiye yê li başûrê Lubnanê.

Li gorî nûçeya NNA ya ajansa fermî ya Lubnanê, balafirên şer ên Îsraîlê ji saetên sibehê ve li başûrê welêt seferên xwe yên tund berdewam kirin.

Hat ragihandin ku balafirên şer ên Îsraîlê herêmên nêzî Arnûn, Kefr Tebnîn û Yahmûr Eş-Şîkeyfê yên li bajarê Nabatiye bi rêze êrîşan kirin hedef.

Hat ragihandin ku artêşa Îsraîlê li gelek xalên herêma Cizînê êrîşên hewayî li dar xistine, derbarê ziyanên madî û ziyanên canî yên ji ber van êrîşan de agahî nehatin bidestxistin.

Di êrîşên esmanî yên Îsraîlê yên li ser bajarên Saîda û Nabatiye yên li başûrê Lubnanê di nava rojê de 2 kes mirin û 2 kes jî birîndar bûn.

Tevî peymana agirbestê ya di navbera Îsraîl û Lubnanê de ku di 27ê Mijdara 2024an de hatibû îmzekirin jî, artêşa Îsraîlê gelek caran peymanê binpê dike.

 
Ev nivîs 56 car hatiye xwendin.