Îsraîl: Em nahêlin hêzên dijber bikevin cihên Durziyan

Îsraîl: Em nahêlin hêzên dijber bikevin cihên Durziyan

PeyamaKurd - Artêşa Îsraîlê ragihand ku ew geşedanên ser erdê yên li başûrê Sûriyê ji nêzîk ve dişopînin. Herwiha hate diyarkirin, ew ê rê nedin ku hêzên dijber derbasî derverên Durziyan bibin.

Artêşa Îsraîlê îro 6ê Gulanê bi daxuyaniyekê ragihand ku ew geşedanên li başûrê Sûriyeyê ji nêz ve dişopînin û diyar kir, ew “amade ne bi senaryoyên cur bi cur re mijûl bibin”.

Herwiha artêşê da zanîn ku beriya 2 rojan gelek durziyên birîndar ji bo dermankirinê bo nexweşxaneyên li Îsraîlê hatine veguhestin.

Artêşa Îsraîlê diyar kir ku wan hêzên xwe li başûrê Sûriyeyê belav kirine û ew ê nehêlin hêzên dijber têkevin herêmên Durziyan.

Ev nivîs 45 car hatiye xwendin.