Friedrich Merz wek serokwezîrê nû yê Almanya hat hilbijartin

Friedrich Merz wek serokwezîrê nû yê Almanya hat hilbijartin

PeyamaKurd - Serokê Yekîtiya Demokrat a Xirîstiyan (CSU) Friedrich Merz, piştî ku doh hikûmeta koalîsyonê hate avakirin, îro 6ê Gulanê di gera duyemîn a dengdana li Parlamentoya Almanya Federal de wekî serokwezîrê nû hat hilbijartin.

Friedrich Merz di dengdana yekemîn de dengên pêwîst wernegirt ku 621 parlamenter beşdarî dengdana gera yekemîn bûn û Merz 310 deng standin.

Ji bo hilbijartina serokwezîr li Parlamentoya Federal a Almanyayê (Bundestag) careke din deng hatin dayîn û di gera duyem de 618 parlamenter beşdarî dengdanê bûn ku Merz bi 325 dengan bû serokwezîrê nû yê Almanyayê.

Hêjayî gotinê ye, piştî hilbijartinên giştî yên 23yê Sibatê, partiyên Yekîtiya Xirîstiyan (CDU/CSU) û Partiya Sosyal Demokrat (SPD) li ser avakirina hikûmetê li hev kiribûn.

Ev nivîs 52 car hatiye xwendin.