Mesrûr Barzanî û Elî Qeredaxî li ser aştî û biratiya pêkhateyan axivîn

Mesrûr Barzanî û Elî Qeredaxî li ser aştî û biratiya pêkhateyan axivîn

PeyamaKurd - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 6ê Gulanê pêşwazî li Serokê Yekîtiya Cîhanî ya Zanayên Misilman Elî Qeredaxî kir.

Piştî hevdîtinê hate ragihandin ku di civînê de rewşa giştî ya Herêma Kurdistan û navçeyê hat nirxandin.

Herwiha hate diyarkirin, tekezî li ser pêwîstiya parastina aştî, aramî û xurtkirina giyanê jiyana hevbeş, yekîtî û biratiyê di navbera gel û pêkhateyên li herêmê de hatiye kirin.

Ev nivîs 51 car hatiye xwendin.