Koşka Sipî li ser êrîşa li Qatarê daxwuyanî da

Koşka Sipî li ser êrîşa li Qatarê daxwuyanî da

PeyamaKurd – Berdevka Koşka Sipî ya Amerîkayê Karoline Leavitt desteka serokê DYAyê ya Trump ji bo Qatarê ragihand û got ku Trump soz daye wê car din bûyerekî weha li ser axa Qatarê çênebe. Li ser êrîşa Îsraîlê ya ser Hamasê li Qatarê ya ser payîtext Dohayê got:

“Trump soz da ku wê car din êrîşlekî weha li ser axa Qatarê nebe.”

Leavitt, di civîna çapemeniyê de ragihandina xwe kir û got artêşa DYAyê berya êrîşê Trump ji êrîşê agahdar kiriye û got:

“Ev êrîş bombebaranekî yekalî ya li ser desthilata neteweyekî bû. Trump Qatarê hevkarekî xwe yê nêz dibîne, Qatar ji bo şerê li Xezzayê rawestîne talûkeyan daye ber çav û ev êrîş ne di berjewendiyên Îsraîlê û Amerîkayê de ye. Trump berê ferman da nûnerê xwe yê taybet yê Rojhilata Navîn Steve Witkoff da Qatarê hişyar bike. Witkoff jî vêya kir. Trump, Qatarê dost û hevkarê xwe dibîne û li ser ciyê bûyerê xemgîn e.”

Ev nivîs 87 car hatiye xwendin.