Kevirên ji jor de hatin, ketin ser otomobîlekî: 5 kes birîndar bûn

PeyamaKurd – Li ser rêya bajarê Karabük-Zonguldakê li devera Yenice, kevirên ji jor de ketin nav rê, ketin ser otomobîlekî. Di encamê de 5 kesên di nav otomobîlê de birîndar bûn ku 2 kes ji wan zarok in.
Li ser agahdarkirina kesên bûyerê dîtin, xeberê dan polîs, cendirme, AFAD û 112an. Ajotvan E.Ö., ji rêwiyan S.Ö, G.Ö., E.Ö. (3) û Ö.Ö. (12) birîndar bûn.
Tîmên 112an, birîndaran birin nexweşxana dewletê ya Yenice. Hat ragihandin ku jiyana G.Ö. di talûkê de ye ji ber li ser kursiya pêş rûdinişt û zêde tal bûye.
Ev nivîs 54 car hatiye xwendin.




